Li Emerîka Latîn çalakî: Ji Abdullah Ocalan re azadî

 

Li Kolombiya, Meksîka û Arjantînê çalakiyên ji bo şikandina pergala qirkirin û êşkencê ya li ser Rêber Apo dewam dikin.

Li Arjantinê, di pêşengiya Tevgera Jinên Kurdistanê û komîteyên hevgirtinê li ser mijara Mujeres La Sexta, Konfederalîzma Demokratîk a Kurdistanê û Otonomiya Chiapasê ya Zapatista semînere hat pêknîn.

Di heman demê de bi gelê Abrapampa yê li ser sînorê Bolîvya re civînek hate pêkanîn.

Di civînê de, li ser xweserî û konfederalîzma demokratîk hate axaftin.

Di heman demê de bi gelên xwecihî yên li Salinas Grande re jî civîn hate pêkanîn.

Li Meksîka jî, bi pêşengiya tevgera jinan û komîteyên hevgirtinê yên li Meksîka re li Resistencia, pêşangeha wêneyan hate vekirin.

Di pêşengehê Endamên Kolektîfa Sandoval, banga têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê kir û got; Ocalan îradeya me teva temsîl dike, divê em ji bo azadiya wî têkoşîna xwe dijwar bikin.

Li Kolombiya jî, Tevgera Jinên Kurdistan-Jinên Pêşerojê Dirêsin li ser dîwarê Zanîngeha Antioquia ya bajarê Medellîn, wêneyê Rêberê Abdullah Ocalan xêz kirin.

Xwendekarên Zanîngeha Antioquiajî, piştgirî dan çalakiyê û li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd nîqaş hatin kirin.