Li bajarên Ewropayê 42’mîn salvegera berxwedana “Rojiya Mirinê ya Mezin” a ya kadroyên pêşeng yên PKK’ê Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, bi çalakiyên cûda hatin bibîranîn.
Li Hollanda, bajarê Den Haag, belgefîlma “Hejmar 5” ya li ser Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin ya 14’ê Tîrmehê hate temaşe kirin.
LI Elmanya payîtext Berlîn û bajarên Darmsatad, Freiburg, Giessen; Kiel, Bremen, Dortmund û Hamburgê, bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan merasima bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê hate pêkanîn.
Di merasiman bîranîna Hamburgê de, xwişka Mehmet Hayrî Durmuş Ayten Durmuş axivî û diyar kir ku weke malbata Durmuş, ew ê her tim li ser rêya şehîdan bimeşin.
Li Frensa payîtext Parîs, bajarên Mantes û Bordeuxê jî, li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Evryê, Reims û li Gringy, merasima bîrnaîna şehîdan hate pêkanîn.
Piştî axaftinê sînevîzyona ji bo bîranîna şehîdên 14’ê Tîrmehê hate pêşandan.
Li Swisre bajarê Basel, Lozan û Beelinzonê, bi pêşengiya Saziya Malbatên Şehîdan -KOMAWê, bi beşdariya Malbatên şehîdan, endamên Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê -CDK-S û Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê -YJK-S. şehîdên 14ê Tirmehê hatin bibîranîn.
Li Awusturya payîtex Wienê, Grazsê, bi merasimeke girseyî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê hatin bibîrnaîn.
Li Avusturalya, bajarê Linzê, bi sinevizyonekê, lehengên pêşeng yên Tevgera Azadiya Kurd yên 14ê Tirmehê hatin bibîranîn.
Li Swêd, payîtext Stockholmê jî, bi merasimeke girseyî şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê hatin bibîranîn