Kurd û dostên wan ji bo azadiya Rêber Apo û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a herêma başurê Kurdistanê di nav tevgerê de ne.
Li ser banga KCDK-Ê yê Kurdistanî û dostên xwe yên li yûnan, li paytext Atîna li peşîya Parlemenê hatin ba hev û çalakî lidar xistin.
Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser Rêber Apo hatin şermezarkirin.
Her wiha li Fransayê jî Meclisa Gel a Demokratîk a Nantesê bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku ji bo rakirina tecrîda bikevin nava liv û tevgerê.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Têkoşer jî ji bo azadiya Rêberê Apo wê dakevin qadan.
Ciwanên Kurd di 20’ê Tîrmehê de bi dirûşma “Cenga Azadiyê Serbixe, Rêber Apo Azad Bike” li gelek welatên Ewrûpî wê çalakiyan li dar bixin.
Ji bo çalakiyên bi pêşengiya ciwanan li Almanya û Fransayê wê bên lidarxistin, banga tevlîbûna xurt hate kirin.