ÎHDa Êlihê têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Êlihê, li pêşiya avaniya xwe daxuyaniyek da.
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Prz. Eren Keskîn, endam û rêveberên ÎHD’a Amed û Êlihê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê-(OHD, Baroya Êlihê û Platforma Ked û Demokrasi destek dane daxuyaniyê.
Hevseroka ÎHD’â Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî xwend û got;
Li gorî Destûra Bingehîn û hiqûqa neteweyî û navneteweyî, “îşkence” qedexe ye. Lê li Tirkiyê ev sepanên qirêj hene.
Rumeysa Kaya destnîşan kir ku her sal serlêdanên li ÎHD’ê zêdetir dibin û got:
Li girtîgeha Elihê, legerîna tazî û muamileya xerab dikin.
Bi vî rengî nirxên civakî dikine arman.
Ev zext û zor, di radeya derûnî û tundiya cinsî de têkirin.
Di binpêkirina mafê tenduristiyê de sînor nîne.
Rumeysa Kaya 12 pêşniyar û daxwaz rêz kirin.
Piştre Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn axivî û got;
Dema me û parêzeran hevdîn pêk dianî, gardiyan di ber serê me re radiwestiyan û destur ne didan ku girtî bi awayekî rehet biaxivfin.
3 Dayikên ji gundê Bilêxşa yê li navçeya Kercewsa Elihê, dema hatin binçavkirin, lêgerîna tazî li wan ferz kirin.
Ew tazî kirine, cilên wan di makînayê de hatine hiştin, bi ser cilên wan lêkolîn kirine.
Dayikan got; Em gelek xemgîn bûn, me gelek şerm kir.’
Sepanên bi vî rengî li ser jinên temen mezin û ciwan şerma dewletê ye.
Ev kiryar hem li derveyî hiqûqa Tirkiyê û hem jî derveyî hiqûqa navneteweyî ye.”