Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanên QSDê li eniya başûrê herêma Bendava Tişrînê ya bersivên bi bandor dan êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker.
Li gorî navenda QSDê, di encama bersivdana êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker a bi piştevaniya balafirên şer û bêmirov de,
li eniya başûrê Minbicê û gundewarê bakurê Bendava Tişrînê bi dehan çete hatine kuştin û di nav de tank gelek wesayîtên leşkerî hatine rûxandin.
Navendê diyar kir ku wê piştre hûrgiliyên zêdetir û dîmenan parve bikin.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundê Sefawiyê yê dikeve rojhilatê gundewarê bajarê Eyn Îsayê yê kantona Firatê topbaran kirine.
Dîsa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker 2 caran Çiyayê Kezwanan ê Hesekê yê kantona Cizîrê bombebaran kir.
Encamên ziyan û zerara van êrîşan de agahiyên zelal negihiştin berdest.