Li herêma xweser a Murcia ya Spanya, ‘Komîteya Jin Rojava Diparêzin’, di çarçoveya
Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’, li her qada jiyanê afîşên bi wêneyê ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ hildan û wêne kişandin.
Ji ciwanan heta bi extiyar, karker û dikandaran gelek kesan wêne kişandin û albûmeke ji wêneyan amade kirin.
Piştre albûm li medya dîjîtal bi îmzeya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ hatin parve kirin.
La Rioja ya Konfederasyona Karkerên Giştî (CGT) jî, têkildarî pêngava navneteweyî daxuyaniyek hate dayin.
Sekretera Giştî ya CGT La Rioja, Olga Belenguer de Echave, axivî û got. Em ê heta misogeriya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bikin. Azadiya Abdullah Ocalan tê wateya çareseriyeke aştiyane û wekhev a polîtîk.
Rêxistina Ciwanan a Katalonya ARRAN jî, bi çalekiyekê, helweta saziyên navneteweyî şermezar kir û bang li saziyên navnetweyî kir ku li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin.
Rêxistina Ciwanan ARRAN, NATO, li Spanya û Fransa û dewletên ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo û êrîşên li ser gelê Kurd bêdeng in, şermezar kirin û daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir.