Li kantona Ticino ya Swîsreyê komeleya DEM-KURD’ê hate vekirin

Li kantona Ticino ya Swîsreyê ku zimanê xwe Îtalî ye, Komeleya Çanda Kurd a Demokratîk (DEM-KURD) ava bû. Ji bo komeleyê li bajarê Bellinzonayê buroyek hate vekirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şoreşgerên di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûne, hevserokên komeleyê silav dan gel. Piştre jî dayikên şehîdan komele vekirin.