Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoya Marignane ya Marsîlyayê komploya 9’ê Cotmehê bi meşeke bi meşaleyan şermezar kirin.
Meşê ji ber Şaredariya Marignaneyê destpê kir û heta qada Marignaneyê meşiyan.
Piştî meşê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê yên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin.
Bi navê TCŞ Marignaneyê Rustem Serhed axivî û diyar kir ku heta azadiya Rêberê xwe wê li qadan bin, li ber xwe bidin.
Çalakî bi qîrîna dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” bi dawî bû.