Li Minbicê cenazeyên 3 şehîdan hatin veşartin

 

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Cuma Serxan, Ebdulreûf El Hemadî û Hesen El Îbrahîm dema erka xwe ya parastina xak û gelê xwe pêk dianîn şehîd bûn.

Girseya gel cenazeyên sê şehîdan birin Pakrewangeha Şehîdên Minbicê.

Piştî rêzgirtinê endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Bekar axivî û got “Fedakariya şehîdan wê vala neçin. Bi hezaran kes dane ser şopa şehîdan û ji bo armancên wan têkoşînê berdewam dikin.

Hevseroka Meclîsa Demokratîk a Gelan ya Kantona Minbicê Sîham Hemo jî axivî û soza şopandina xeta şehîdan da

Li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê fermandarê Meclîsê Xelîl Qehreman jî axivî û got; Dewleta Tirk a dagiker û hevkarên wê dixwazin projeya dagirkeriyê li ser xaka me pêk bînin û qadeke din a xaka Sûriyeyê dagir bikin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê xakû gelê xwe biparêzin.

Piştî axaftinan endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ela El-Elî wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Şervanan cenazeyên hevalên xwe hilgirtin, bi dirûşme û tilîliyan spasrtin axê.