Li Minbicê li 3 eniyan şerekî giran diqewime

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 3 eniyan ve êrîşî Minbicê dikin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li hemberî êrîşan li ber xwe dide. Li herêmê şerekî giran diqewime.

Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe êrîşî bakur, başûr û rojavayê Minbicê dikin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiv dan êrîşan û li ser vê yekê şerekî giran diqewime.

Hate ragihandin ku şer bi giranî li herêma Erîmayê diqewime.