Hat diyar kirin ku doh danê sibehê 5 kesên bi behaneya di dawetê de govend girtine li Osmaniye hatin binçavkirin.
Ji 5 kesan, Hîvda Kahraman, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, sevqî edliyê kirin û Dadgeriya Ceza ya Sulhê, bi behaneya “propagendaya rêxistinê” ew girt û şande girtîgehê.
4 kesên din, Hevserokên DEM Partiya Navçeya Navendî Sevgî Aydin û Farûk Kahraman, Hakan Kahraman û Mûrat Kahraman, piştî îfadeya li midûriyeta polîsan, doh sewqî dadgehê hatin kirin.
Dadgeriya Ceza ya Sulhê jî, 4 kes bi behaneya propagendaya rêxistinê girtin û şandin girtîgehê.