Girseya gel ku bi pêşengiya Meclîsa Gel a Drancy kom bû, heta bi pêşiya Şaredariya Drancy meşiya û miting pêkanî.
Piştî rêzgirtinê, Hevseroka KCDK-E Zubeyde Zumrut axivî û got: Êrîşên li ser herêma Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Armanca dewleta Tirk dagirkina herêmê û qirkirina gelê Kurd e.
Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk tenê herêma Başûr nîne û got. Ew dixwazin tevahiya Kurdistanê dagir bikin. Lê gelê Kurd tu caran dagirkerî qebûl nekiriye û her dem li dijî dijmin têkoşîn kiriye.
Îro jî wê gelê Kurd, bi taybetî gelê Başûrê Kurdistanê wê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Trik a faşîst têkoşîna xwe di radeya herî dijwar de bidomîne.
Zubeyde Zumrut bnag li PDKe jî kir ku ji hevkariya dijmin vegere û got, Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP/MHPê dostê we nîne. Di dema refarandumê de, di dema êrîşên çateyên DAIŞê we ev rasî dît, êdî bes e û werin ser xeta rast. Xeta rast jî parastina destketiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin e.
Çalakî, piştî axaftina Zubeyde Zumrut bi diruşmeyan bi dawî bû.