Li payxteya belçîkayê li Brukselê Kurdan çalakiyek li dar xist.

 

Gelê Kurd û kurdistanî tevî dostên xwe sala yekê ya pêngava cîhanî ya azadiyê bi çalakiyan pêşwazî dikin.

Di çarçova van xebatan de li qada Luksembourgê ya paytexta Belçîkayê li Brukselê li pêş parlemena Ewrûpa çalakî hat lidarxistin.

Li ser navê NAV-BEL’ê Torî Orak li vir axivî û ragihand tevî çalakî û pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî saziyên Ewrûpî xwe ker dikin.

Bi vê bêdengiyê siyaseta qirker a dewleta Tirk jî tê meşrûkirin:

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî li vir axivî bal kişand ser pergala qirkirinê ya li Îmraliyê û helwesta Konseya Ewrûpa rexne kir.