Li pey xwe hêvî û têkoşîna xwe ya azadiyê weke mîrate hişt

 

Rojnamevan Berjin Onur, di kurtenivîsa xwe de behsa Şehîd Nuda Garzan dike û dibêje; Şehîd Nûda Garzan (Kezîban Yilmaz) di salên ku li Kurdistanê serhildan pêk dihatin, sala 1993’an de li Bedlîsê di malbateke welatparêz de hat dinê.

Malbata Nûda Garzan, ji ber zextên dewleta Tirk neçar dimînin koçî Stenbolê bike.

Nûda Garzan li Stenbolê di nava welatparêziyeke mezin de mezin bû. Hîna di biçûkatiya xwe de Têkoşîna Azadiyê nas kir. Di ciwantiya xwe de, bi ciwanan re dest bi têkoşîna şoreşgerî kir û di sala 2014’an de dema şerê Rojava dijwar bû tevlî nava refên Gerîla bû.

Nûda Garzan, perwerdeya leşkerî û bîrdozî dît û di demeke kin de pêşketineke mezin bi destxist û tevlî xebatên pratîkî bû. Li eniyên herî pêş li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker têkoşîn kir.

Piştî perwerdeya li Akademiya Şehîd Mahîr, gihişt asteke profesyonelî û bi salan li Metîna di nava gelek xebatan de cih girt.

Gerîla Nûda ji bo Bakur digot, “Bakurê Kurdistanê cihê herî mezin yê welêt e, cihê ku dijmin herî lê derbên giran xwariye û herî zêde ji nedîtî ve hatiye.”

Gerîla Nûda ji bo têkoşîna li dijî hêzên dagirker, derbasî qûntarên çiyayên Katoyê bû.

Piştre, bi pisporî û ezmûneya xwe ya di şer de, bi awayekî çalak beşdarî şerê li çiyayên Bakurê Kurdistanê bû û weke Gerilayake jêhatî ûû pêşeng ya YJA Starê, bi lehengî şer kir.

Di 30’ê Tebaxa 2021’an de, li herêma Elkê ya Şirnexê di encama xayinên ku agahî dane dijmin de, bi 3 hevriyên xwe re tevlî karwanê nemiran bû.

Nûda Garzan, weke gerîlayeke jêhatî ya YJA Starê, ne tenê hêviyên xwe, têkoşîna xwe ya azadiyê weke mîrate ji şopdarên xwe re hişt.