Li Reqayê Konferansa Xwendina Parêznameyên Rêber Apo pêk hat.

 

Konferans bi diruşma “Ji qeyrana bajarvaniyê ber bi şaristaniya demokratîk ve” bi pêşengiya Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan pêk hat.

Konferans bi beşdariya 180 kesayetên ji sazî û rêxistinên herême, li hola Mişwar a Reqayê hat lidarxistin.

Beşdarên konferansê di nirxandinê de xwe de bal kişandin ser şerê li herêmê û jiyana alternatîf.

Di niqaşan de hate gotin ku pergela modernîteya kapîtalîst êdî bi şer û kaosê xwe li ser piyan digre.

Li himberî vê pergala ku hemû nirxên civakê ji holê radike, pergala Netewa Demokratîk weke hêviyekê derdikeve pêş.

Ev pergala ku bingeha xwe ji Paradîgmaya Rêber Apo digre yekem çareseriya kaos û krîza li herêmê ye.

Di nirxandinan de hate diyarkirin ku Rêber Apo di parêznameyên ku ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê nirvîsandiye bi berfirehî bahsa pergala Modernîteya Demokratîk û xalên wê yên jiyanî dike.

Xwendin û famkirina van parêznameyan ji bo herkesê ku alîgirê aştî, azadî û çareseriyê ye girîngiyek mezin e.

Piştî nirxandina encamnameya konferansê bi raya giştî re hate parvekirin.

Li ser navê pêkhatiyê konferansê encamnama ji aliyê serokê Nivîsgeha Perwerdê ya Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Beşîr El Nayêf ve hat xwendin.

Di encamnameyê de hin xalên ku derketine pêş wihane;

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna li dijî pergala qirkirin û êşkenceyê were mezin kirin.

Azadiya jinê ji bo pêkanîna metoda fikir û felsefeya Rêber Apo bi awayekî rast bingeh were girtin.

Di çarçoveya pargela Netewa Demokratîk de li gorî îdeolojiya jiyana azad a xwezayî birêxistinkirina civakê.

Divê xwedî derketin û parastina li jingehê yek ji xalên herî bingehîn ên xebatê be.

Ji bo pêşxistina civaka Ekolojîk, Demokratîk û Komînal, hewldana ber bi avakirina civakeke azad û jîngehê bê esas girtin.

Ji bo civaka polîtîk û exlaqî jeokultura herêmê li ser bingeha pirrengiya çandî, ziman, etnîkî, olî û siyasî esas were girtin.