Li Rihayê bi wesîleya salvegera berxwedana 14’ê Tîrmehê panel hate lidarxistin.
Gelek kes tevlî panela ku ji aliyê Hewldana 78’an, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), TJA û DEM Partî ve li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Rihayê hate lidarxistin bûn.
Li eywana ku panel lê hate lidarxistin wêneyên şehîdên rojiya mirinê hatin daliqandin.
Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Nîhat Şahîn di panelê de axivî û got.
Asta çalakiya li girtîgehê hate destpêkirin heta rojameya îro dewam dike.
Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya DBP’ê Ayşe Çelîkbîlek jî diyar kir ku berxwedana 4’an ji bo têkoşîna azadiya Kurd xwedî girîngiyeke dîrokî ye.
Berdevkê Giştî yê Hewldana 78’an Celalettîn Can ê pişt re axivî, bi bîr xist ku êşkenceyên dermirovî yên li Girtîgeha Amedê hatin pêkanîn li gelek welatên cîhanê bûn mijara lêkolînê, li ser navê wê belgefîlm û fîlm hatin kişandin.
Ev pêkanîn li dijî rêberê tevgerê û tevgera ku gelê Kurd veguhêze ser dika dîrokê dihate kirin.
Me îro ji birêz Abdullah Ocalan re hevrêtiyeke baş nekir.
Ew li bendê ye ku em hevrêtiyeke baş bikin.”
Panela ku bi pirs û bersivan berdewam kir, piştî nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.