Li Şengalê sala nû ya xwendinê îro destpê dike

 

Îro, 1’ê Cotmehê ye û wê li 5 navendên sereke, dibistanên zimanê Kurmancî ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzidîxanê ve, werin vekirin.

Yek ji mamostaya Pîr Dawid têkildarî destpêkirina sala nû ya xwendina li Şingalê axivî

Pîr Dawid destnîşan kir ku bi vegera gel ya ser cih û warên xwe, her kes dilxweş bûye got:

Vegera şeniyên Şingalê, herêm ava kir.

Emê hewl didin dibistanên nû li Til Izêr û Sîba Şêx Xidir jî vekin.

Mamosta Pîr Dawid got ku, di dibistanên wan de, ji refa yekem heta refa 4’emîn hemû ders bi zimanê dayîkê tên dayîn.

Ji refa 4’an şûn de jî dersên Erebî û Îngilîzî li ser bernameya perwerdeyê tê zêde kirin.

Pîr Dawid wiha bi dawî kir:

Em weke civaka Êzidî mîna hemû gelên li Iraqê dixwazin zarokên xwe perwerde bikin.

Herçiqasî dibistanên me fermî ne hatibin qebûl kirin jî, emê bi zimanê dayikê perwerdeya xwe bikin.

Em ê li dijî zextên siyasî têbikoşin.