Li dijî desteserkirina Şaredariya Sêrtê, çalakiya li bajêr dewam dike.
Girseya gel li taxa Gapê li hev kom bû, li vê derê govend gerand û piştre ji bo tevlî çalakiya nobedê ya li ber avahiya şaredariyê bibe meşiya.
Di meşê de pankarta bi nivîsa “Qeyûm darbeya li dijî vîna gel e” hate hildan û dirûşm hatib berzkirin.
Bi hezaran kes beşdarî meşê bûn û dikandaran jî bi çepik, tilîlî, nîşaneya serketinê û dirûşman piştgirî dan çalakiyê.
Girseya gel piştre tevlî nobeda li ber avahiya şaredariyê bû.