Çalakvanên ku li pêşiya parlementoyê stand vekirin, ji bo balê bikişînin ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan belavok û borşurên ku biyografiya Rêbertî belav kirin.
Çalakvanan, daxwaza avakirina komîteya “ad-hoc” ya di bin sîwana Konseya Ewropa de ava bikin.
Daxwaz ji Komîteya Hiqûqê ya Konseya Ewropa kirin ku li dijî sucên sîstematîk yên dewleta Tirkiyê bikevê nava liv û tevgerê de.
Çalakvanan got; Divê destûr bê dayîn ku Rêber Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.
Ji bo bikaribe li Tirkiyê ji bo çareseriyeke siyasî ya demokratîk rola xwe bilêyze werê berdan.
Çalakiya li ber parlamentoya Swêdê 5 saetan dewam kir.
Herî dawî, ji bo protestokirina êrîşên li ser çanda Kurd, govend hate girtin û çalekî bi dawî bû.