Endamê Meclisa Partiyê DBPa Wanê, Ûgûr Bayrak diyar kir ku xelkê Wanê ji bo çûna mitinga Amedê ya 13ê Cotmehê amade ye û got;
“9’ê Cotmehê 26mîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.
“42 meh in jî tu agahî ji Rêbertî nayên girtin.
Ugur Bayrak diyar kir ku Rêber Apo serokekî girîng e û tenê rêbertiya tevgera kurd nake û wiha dirêj kir:
“Parêzname, nirxandinên wî rêbertiya Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê dike.
“Li tevahiya cîhanê xitimandinek heye.
“Yek ji sedemên vê xitimandina dîlgirtina birêz Ocalan e,
“Riya derketina ji vê xitimandinê, pêkanîna hevdîtinên bi birêz Ocalan û azadiya wî ye.”
Bayrak bal kişande ser mitînga kû wî di 13’ê Cotmehê de li Amedê werê lidarxistinû ev tişt gotin:
“Divê demildest tecrîda ser birêz Ocalan were rakirin û azadiya wî ya fîzîkî jî misoger kirin.
“Lewma tevlibûna mitinga li Amedê mîlyonan kesî gelekî girîng e.”
Ugur Bayrak dazanîn ku li Wanê bendewariyekî mezin heye û got;
Me ji bo vê yekê li tax û navçeyan komîsyon ava kirine.
Em amade ne ku 7 sali, heta 70 salî biçin mitîngê.
Em bang li gelê Kurd û tirk dikin ku ji bo aştî û azadiyê tevlî mitinga Amedê bibin