MAK: Di çalakiyên milîsên me de 3 polîs bi giranî birîndar bûn

 

Milîsên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyên bibandor 46’emîn Salvegera Damezrandina PKK’ê silav kirin.

Li gor daxuyaniyê:

15’ê Mijdarê de li Taxa Alan a Sêrtê bi çekên ferdî li dijî wesayîta zirxî ya polîsan çalakiyek hate li dar xistin.

Di çalakiyê de di navbera Mîlîsêm MAKê û polîsên dagirekriyê pevçûn derketiye.

Encamên çalakiyê nehatiye zelalkirin.

Dîsa 16’ê Mijdarê de jî li Taxa Petrolkent a Batmanê li dijî konvoya polîsên Taybet çalakî hatiye kirin.

Di çalakiyê de wesayîta polîsan derbên giran xwar.

Di encama çalakiyê de 3 polîsên dewleta Tirk bi giranî birîndar bûn.

Mîlîsên Azadiya Kurdistanê diyar kir ku ew ê çalakiyên xwe yên li dijî dagirkeran, heta azadiya fizikî yê Rêber Apo bidominin.

MAK’ê tekîldarî çalakiyên xwe de dîmen weşand.