Milîsên HBDH’ê li Mûglayê tersxaneya yatê dan ber agir

 

Milîsên Baz Azad Pîro yên HBDH’ê, da xuyakirin ku wan 25’ê Îlonê saet 04.00’an li Herêma Tersxane ya Îçmelerê ya navçeya Bodrûm a Mûglayê, tersxaneya yatê dane ber agir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin,

“Di çalakiya bersivdayînê ya li dijî êrîşên dagirkerî û tecrîdê hatiye lidar xistin de, gelek yat hatin şewitandin û zerark mezin a madî pêk hat.

Milîsên me yên ku çalakî lidar xistine, bi awayekî ewle vegerîn qadên xwe.”

Milîsên Baz Azad Pîro, destnîşan kirin ku sedema gurbûna faşîzmê li Tirkiyê û Kurdistanê, rasterast bi tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û wiha got,

“Em wek milîsên HBDH’ê, her hevrêyek xwe ku ji bo azadiyê û serbixwebûnê berdêl dane û bi awayekî fedaî şer kirine û gihiştine şehadetê, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û dibêjin; heta azadî bê misogerkirin û êrîşên dagirkeriyê têk diçin, wê çalakiyên me li çiya û metropolan li dijî faşîzmê berdewam bike.”