Ses oynatıcı
‘Nobeta Azadiyê’ ya li Frensa bajarê Strasbourgê, ket hefteya 629e mîn.
Di hefteya 629an de, malbata Oltan, ji Elmanya bajarê Darmstadê çû Strasbourgê û , nobet dewr girt.
Malbata Oltan. Murşîde Oltan, hevjînê wê Selîm Oltan û keça wan a 8 salî Sara di komê de cih digirin. Oltan got, Wan li ser navê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk çalakî dewr girtine.
Li ser navê komê Murşîde Oltan axivî û got; “Dewleta dagirker 25 sal in Rêbertiya me ji me qut kiriye. Lê Rêbertiya me bi fîzîkî bi me re nebe jî, her tim bi me re ye.
Rêbertî riya azadiyê nîşanî jinên Kurd daye. Em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya xwe qebûl nakin.