HPG têkildarî şehadeta gerîlayan wiha dibêje:
Hevrêyên me Şerzan û Botan 24’ê Tîrmaha 2024’an Herêmên Parastinê yên Medya di êrişên dijmin de şehîd bûn.
Hevrêyê me Şerzan ê di ciwaniya xwe de dest bi xebatên şoreşê kir û bi beşdariya gerîla ev têkoşîna xwe tacîdar kir.
Her tim berê wî li qadên şer bû.
Li dijî dijmin beşdarî gelek çalakî û operasyonên şoreşgerî bû.
Li her qada lê bi sekna milîtanî û zelaliya xwe ya di îdeolojiya Apoyî de ji hevrêyên xwe re bûn mînak.
Ji xebata herî biçûk heta şerê bi fedayîtî, bû xwedî meşeke bênavber.
Hevrêyê me Botan jî bi rihê netewî yê Kurdistanî berê xwe da nava refên PKK’ê.
Bi awayekî canbexşane çû eniya şer
Di her kar û xebatê de bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar derket pêş.
Di şert û mercên herî zor de bi pratîka xwe nîşan dan ka wê sekna milîtanî çawa be.
Ji kêliya beşdarbûyî heta şehadeta xwe her kêliyê weke milîtanekî fedayî yê Apoyî tevgeriya.
Em soz didin ku layiqî têkoşîna hevrêyên xwe Şerzan û Botan bin.
Di serî de malbatên wan yên hêja, em ji bo tevahiya welatparêzên Kurdistanê sersaxiyê dixwazin.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Ridvan Şengil bi nasnav Şerzan Herekol, navê dayik Şemsê navê bav Salih li Edenê ji dayîk bûye û 25’ê Tîrmeha 2024’de li Heremên Parastina Medyayê şehîd bû.
Karwan Mihemed Xalid bi nasnav Botan Dalaho, navê dayik Newroz navê bav Xalid li Silêmaniyê ji dayîk bûye û 25’ê Tîrmeha 2024’de li Heremên Parastina Medyayê şehîd bû.
HPG’ê wiha qala her 2 şehîdan kir:
Ewladê hêja Şerzan Herekol bi eslê xwe ji navçeya Sêrtê Dihê ji eşîra Garisî ya welatparêz bû.
Lê li Edenê bi çanda Kurdewarî û civaka xwe mezin bû.
Ev yek ji bo meşa wî ya şoreşê dibe bingeheke xurt.
Li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bê bersiv nema.
Di ciwaniya xwe de dest bi xebatên şoreşê kir û di çalakiyeke li dijî dijmin de hat girt.
Tevî êşkenceyên giran jî ji serkna xwe ya şoreşgerî tawîz neda.
Zindan ji xwe re kir qada têkoşê.
Tevî ku zewicî jî bû, sala 2017’an dema ji zindanê derket berê xwe da nava refên gerîla.
Bi perwerde û tecrubeya girtî bû gerîlayekî mînak.
Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li Herêmên Parastinê yên Medya di şer de cihê xwe girt.
Di lidarxistin û pêkanîna gelek çalakî û operasyonên şoreşgerî de pêşengî kir.
Hemû erkên xwe bê kêmasî anîn cih û bû yek jî milîtanê vê demê.
Şehîd Botan Dalaho jî bi eslê xwe ji Rojhilatê Kurdistanê bû.
Malbata wî ji ber zextên dewleta Îranî koçî bajarê qedîm Silêmanî kir.
Ew li wir ji dayîk bû.
Xwedî zanebûneke kûr a dîrokî bû.
Ji ber welatparêziya malbatê di temenekî ciwan de tevgera azadiya Kurdistanê nas kir.
Ji têkoşîna gerîla ya ji bo azadiyê pir bi bandor bû.
Wî jî da ser şopa Egîdan.
Sala 2017’an bi coş û kelecaneke mezin beşdarî nava refên gerîla bû.
Di warê eskerî û îdolojîk de xwe pêş xist.
Derbasî herêma Zapê bû.
Bi têkoşîna xwe agirê têkoşînê yê berxwedêrên Zapê geştir kir.
Di gelek çalakiyan de cihê xwe girt û derbên giran li dijmin dan.
Wek milîtanekî fedaî yê Apoyî li pey xwe mîraseke mezin û şopeke dîrokî hişt.