Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê 13’ê Tîrmehê yê li navçeya Mêrdînê Kerboranê daxuyaniyek da.

HPG’ê got, hevrêyên me Herekol û Ekîn ên bi berxwedana xwe bi dehan tevgerên êrişê yên dagirkeriya Tirk pûç kirin 13’ê Tîrmehê di encama bomberdimaneke giran de şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê têkildarî şerê 13’ê Tîrmehê yê li navçeya Mêrdînê Kerboranê agahî dan.

HPG dibêje;

Di meheke dawî de li ser qadên Mawa, Hezex û Kerboranê yên Eyalet û herêma Gabarê, bê navber tevgerên êrişê yên dijmin pêk hatin.

Hevrêyên me yên li vê eyaletê bi hezaran esker, cerdevan, kontra û tevahî teknîka şer a hewayî û bejahî ya artêşa Tirk re rû bi rû man.

Hevrêyên me li ser xeta fedayîtiyê li ber xwe dan û sînga xwe dan ber tevahiya êrişên dijmin.

Bi dehan tevgerên êrişê yên dijmin pûç kirin.

Dema bi dijmin re ketin şer jî bi lêdana derbên giran derseke dîrokî danê ku ti carî ji bîr neke.

Hevrêyên me Herekol û Evîn jî bi şehîd Şervan, Axîn û Bêrîtan re mil dan hev, gelek caran derbên giran li dijmin dan û dorpêçên li dora xwe şikandin.

Her du hevrêyên me 13’ê Tîrmeha 2024’an bûn hedefa bomberdimaneke giran a teknîka şer a dijmin û şehîd bûn.

Awayê şehadeta hevrêyên me careke din nîşan da ku artêşa Tirk a dagirker bi tevahî hêza xwe biçe ser 2 gerîlayan jî tirsonek û bê îradeye şer bike.

HPG di serî de malbatên şehîdan, welatparêzên Geverê û Qamişlo, ji bo tevahiya gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwaze û dibêje; em soza xwe careke din didin, ku li ser şopa hevrêyên xwe bimeşin û her û her wan bi bîr bînin.

Nasnameyên şehîdan wiha ne:

Taner Öğmen bi nasnav Herekol Şiyar, navê dayik Zubeyde navê bav Abdurrahman li Colemêrgê ji dayîk bûye 13’ê Tîrmeha 2024’an de li Gabarê şehîd bû.

Çinar Ahmed bi nasnav Ekîn Amanos, navê dayik Salîha navê bav Saîd li Qamişlo ji dayîk bûye 13’ê Tîrmeha 2024’an de li Gabarê şehîd bû.

HPG li ser şehîd Herekol van agahiyan dide:

Bi 2 birayên xwe re di nava refên gerîla de cih digirt.

Hevrêyê me Herekol şoreşgerekî welê bû, ku mîna lehiyeke har nikarîbû bê rawastin.

Li ku derê erkek heba, li ku derê êrişek li dijî gelê me heba, li wir bû.

Ew gerîlayekî wêrek bû, ku weke artêşekê dimeşiya.

Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medya, li qadên Şoreşê û herî girîng jî li gelek eyaletên Bakurê Kurdistanê weke bahozeke şoreşê şer kir.

Ji roja beşdarî gerîla bûyî heta şehadetê, bi jiyana xwe ya şoreşgerî veguherî efsaneyeke gerîla.

Herî dawî weke Endamê Fermandariya Eyaleta Gabarê berpirsiyariyeke dîrokî hilgirt ser milên xwe.

Ji bo vê berpirsiyariya xwe bi cih bîne, bi canbexşane têkoşiya.

Hevrêyê me Herekol wek fermandarekî pêşeng ê xelkê me yê Geverê ket dîroka me.

Xelkê me yê Geverê bê çawa fermandarên fedayî yên mîna Berçem Cîlo, Rizgar Gever, Welat Herinkî, Gever Erdem, Egîd Civyan, Welat Genç, Ali Kanîroj, Şahin Gever, Tekoşer Gever, Rojbîn Dersîm, Çavrê Kamuran û Bager Gever ji nav dilê xwe derxistin, hevrêyê me Herekol Şiyar jî pêşwazî kir û xist hembêza xwe.

Wê ciwanên esîl û wêrek ên Geverê li ser şopa fermandar Herekol Şiyar bimeşin, sîleha wî li erdê nehêlin û têkoşîna wî bi serketinê tacîdar bikin.

HPG’ê li ser şehîd Ekîn jî dibêje;

Hevrêya me Ekîn ji bo bibe şervaneke mezin a hêviya azadiya jinan û gelê me, beşdarî têkoşînê bû.

Bi eşqeke mezin têkoşiya û weke gerîlayekî dikarî her cûre zor û zehmetiyê têk bibe.

Bi pîvanên PKK û PAJK’ê xwe ji nû ve afirand, di gerîlatiya YJA-Starê de xwe şareza kir û bi çûyîna Bakurê Kurdistanê têkoşîna xwe mezin kir.

Hevrêya me Ekîn ji xwe re pîvanên fedayîtiyê esas girtin, bi lehengî şer kir û şehîd bû.