Aborînas û siyasetmedar Nesrîn Nas li ser hevdîtina bi Rêber Apo re û nezîkatiya muxalefet ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.
Nesrîn Nas got:
Tirkiye bi salan e ji bo neçareserkirina pirsgirêka Kurd hincet ji xwe re çêkirin.
Her tim fikirî ku ger ez daxwazên Kurdan ên li ser esasê mafan pêk bînim, dê Kurd ji me biqetin û wê bihêztir bibin.
Ji ber ku Tirkiyeyê ev tirsên xwe enjekteyî civakê jî kiriye, ev yek jî bû sedema mezinkirina pirsgirêkê.
Îro ev helwest di her warî de xwe dide der.
Divê kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin jî vê yekê qebûl bikin.
Nesrîn Nas bal kişand ser hevdîtina bi Rêber Apo re û ev şîrove kir.
Devlet Bahçeliyê ku demekê li qadên hilbijartinê benikê darvekirinê dihejand, ji nişak ve got “Bila Abdullah Ocalan were meclisê biaxive.”
Hevdîtinên li Îmraliyê girîng in. Lê ev jixweber çênebûn
Ev bi geşedanên li Rojhilata Navîn, li herêmê bicihbûna Îsraîlê, guherandina desthilata Amerîkayê û avakirina rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re eleqedar in.
Armanca Erdogan sînorên “Mîsakî Mîllî”yê û ew û ekîba wî ji sala 2011’an ve ji bo kontrolkirina Sûriyeyê tu tişt neman nekirin.
Nesrîn Nas balkişand peywira rêxitinên sivîl û nezîkatiya muxalefetê jî û ev peyam dan.
Di vê pêvajoyê de divê muxalefet bibe yek.
Ji ber ku ji her wextî bêtir pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyeke civakî heye.
Herî dawî Nesrîn Nas îşaret bi tecrîda li ser Rêber Apo dike û dibêje.
Divê êdî pergala tecrîdê bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan.
Lazime desthilatdar bi awayekî ciddî nêzî meseleya Kurd bibe û guh bide daxwazin civakê.