Nobeta Azadiyê, bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî, di 25’ê Hezîrana 2012’an de, li Frensa bajarê Strasbourgê dest pê kir û bê navber 12 sal in dewam dike.
Her hefte, komek ji Kurdistanî û dostên wan yên li Ewropa çalakiya “Nobeta Azadiyê” dewr digirinn.
Di hefteya 628’an de jî, koma ji Elmanya herêma Hessenê çû Strabsourgê, nobet dewr girt.
Koma Hessenê, Mehmet Şerîf Narman, Haci Mûstafa û Omer Îkman di dema dewrgirtinê de bertek nîşanî bêdengiya saziyên navneteweyî dan û bang li CPT’ê kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne.
Li ser navê komê, Mehmet Şerîf Narman axivî û bi bîr xist ku, herî kêm 40 meh in agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin û got; Ev ne exlakî ye û em weke gelê Kurd vê kirayar qirêj û antî demokrtaîk qebûl nakin. Em xwedî li Rêbertiya xwe derbikevin. Em bang li CPT û hemû saziyên pêwendîdar dikin ku bi erkên xwe rabin. Berpirsiyarî karekî exlakî û mirovî ye, divê ev saziyên pêwendîdar vê rastiyê ji bîr nekin.
Mehmet Şerîf Narman bal kişand ser pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ û got: “Em hêvî dikin ku bêdengiyê bişikînin. Divê em Rêberê xwe azad bikin.”