Li herêma Çiyayê Bagokê operasyona dagirkeriyê bi tevgera helîkopterên leşkerî dewam dike.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku, artêşa Tirk a dagirker, beriya niha li herêma Çiyayê Bagokê ya navçeya Nisêbînê operasyona dagirkeiryê dabû dest pêkirin.
Ji doh ve, helîkopterên leşkerî jî tevlî operasyona dagirkeriyê bûne.
Gundiyên li herêma operasyonê dimînin destnîşan kirin ku gelek helîkopterên, ji leşkergeha Cevat Paşa ya li navçeya Mîdyadê rabûn, di ser Çiyayê Bagokê re difirin
Operasyona artêşa Tirk ya dagirkeriyê li Çiyayê Bagokê, her diçe berfireh dibe.