Ozgur Ozel: Divê temamiya sereraskirinên qanûnî bên kirin

 

Şandeya dibin serokatiya hevserokên DEM Partî de bi CHP’ê re hevdîtinek kirin.

Piştî hevdîtrinê, civîna çapemeniyê hate pêkanîn.

Di destpêkê de hevseroka DEM Partî Tulay, Hatîmogûllari axivî û got;

“Piştî banga Rêber Abdullah Ocalan, me dest bi hevdîtinan kir.

“Şandeya me, bi birêz Ozel û şandeya pê re, li ser penagav aştî û demokrasî axivîn.

“Me li hev kir ku hevdîtin, ji vir û şûnde li ser zemîna parlamentoyê bêne kirin û muxatabê sereke Bizrê Abdullah Ocalan e.

“Ji bo pêvajo pêş bikeve, divê zemîna veguherîna demokratîk baş were amadekirin.

“Di vê mijarê de erk û berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê desthilatdarî û dewletê.”

Tulay Hatîmogûllari wiha dewam kir:

“Di hevdîtina îro de ji me re hate gotin ku CHP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd amadekariya paketeke demokratîkbûnê dike.

“Ev serdem, ew serdemeke ku divê meclis, siyaset û hemû zemînên demokratîk înîsiyatîfê bigirin ser xwe ye.”

Piştre jî Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel axivî û got;

“Ji bo çareserkirina pirsa Kurd, zemîn parlamento ye.

“Di vê mijarê de di civîna komê ya hefteya din de min bang li birêz Nûman Kurtulmuş kir ku înîsiyatîfê bigire.

“Ez dixwazin vê banga xwe dubare bikim.

“Armanca me, hem Kurd in, hem Tirk in, hem Elewî ne hem Sunî ne.. Hedefa me civakeke azad û demokratîk ya hemû etnîk, bawerîyan e.

“Ji bo vê jî, divê tevahiya sererastkirinên qanûnan bên kirin.

“Eger em ê behsa rewşek adilane û demokratîk bikin, pêwistî bi sererastkirina qanûnan heye.”

Ozel,pêvajoya 2013-2015’an bibîr xist û wiha dewam kir:

“Îro jî em dibînin ku detshilatdarî, bi taybetî AKP, hewl dide CHP’ê li derve bihêle.

“Ez careke din hişyariyê didim, eger detshilatdarî bi vê zihniyetê haraket bike, em ê winda bikin.

“Lêgerîneke çareseriyê ya li derveyî zemîna Parlamentoyê wê rast nebe.”

Ozel, wiha bidawî kir:

“Em paketek demokratîkbûnê amade dikin.

“Em li ser 7-8 serenav û mijarên esasî kar dikin.

“Heke ev paket bikeve pratîkê wê di meseleya Kurd de pêşketinên gelek mezin çêbibin.”

Piştre, pirsên rojnamegeran hatin bersivandin û civîna çapemeniyê bi dawî bû-