Sekretera Giştî ya OHD’ê Ebrû Akkal ji ANFê re axivî û got ku 41 meh in ji Rêber Abdullah Ocaalan û 3 girtiyên li Imrlaiyê tu agahî nayê girtin.
Ji bo ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa bi cih werin me serlêdanek kiriye.
Muxatabê vî karî jî Komîteya Wezîran e û endamên vê saziya navneteweyî.
Çenabe ku biryarên DMME pêkneyînin. Lê Tirkiyê nake.
Ji bo bicihanîna biryara li ser binpêkirina qedexeya êşkenceyê ya têkildarî koma Birêz Ocalan, Gurban, Boltan û Kaytan tu tedbîrek negirtin û ti guhertin nekir.
Tirkiye dibêje ‘Em mafê hêviyê bi cih tînin.
Li Tirkiyê mafê hêviyê tune ye, berdana bi şert bi cih tê anîn’ .
Ev ne rast e.
Bicihanîna “mafê hêviyê” dispêrin erka efûyê ya Serokkomar.
Ev efû jî ji general û endamên Hîzbûllahê bikaranîn.
Ev jî di çarçoveya “mafê hêviyê” de nayê nirxandin.
Yanî di mewzûata qanûnî de, li Tirkiyê îstîsna bicihanînê nîne.
Têkildarî dosya Birêz Ocalan û dosyayên koma Kaytan, Boltan, Gurban ji tu gav ne avêtin û “mafê hêviyê” binpêdikin.
Parêzer Ebrû Akkal anî ziman ku Komîteya Wezîran, wê di rûniştina meha Îlonê de dosyayên Ocalan û Kaytan, Gurban, Boltan bike rojeva xwe.
Beriya niha bi demeke di rûniştineke Neteweyên Yekbûyî de jî tecrîda li Îmraliyê ya li ser Birêz Ocalan kete rojevê.
Tirkiye endamê Konseya Ewropa û Peymana Mafên Mirovan ya Ewropa jî îmze kiriye.
Mecbur e li gorî pîvanên navneteweyî tevbigere.
Prz. Ebru Akkal herî dawî got;
Tirkiyê, hem biryarên derbarê Birêz Ocalan û girtiyên din yên li Imraliyê û hem biryarên têkildarî Demîrtaş û Kavala jî ne anîne cih.
Lewma kontrola Konseya Ewropa girîng e û wê bandorê li rewşê bike.
Em dixwazin pêvajoya li ser bicihanîna vê biryarê bi xurtî bê kontrol kirin.
Divê ji bo ku biryar hatine bi cihanîn yan na, kontrolek ciddî hebe.
Em li bendê ne ku di rûniştina Îlonê de, li ser pêkanîna guhertinên bingehîn Komîteya Wezîran biryarek ciddî bê girtin û kontrolek ciddî bê kirin.
Divê Neteweyên Yekbûyî jî mijarê bike rojeva xwe.
Biryarên Konseya Ewropa û NY, wê bandorê li hezaran mirovî bike.