Parêzeran ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin

 

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlum Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina li gel Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li heman saziyan dan.

Dewlet bersiv nade, hevdîtina li gel Rêber Apo û hersê girtiyên li Îmraliyê.

Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin.

Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin.

Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayin.