Parêzerên Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Mafê hevdîtinê yê rêber Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin.

Serdozgeriya Komara Înfaza Bûrsayê bi periyodên 6 mehan carekî hevtinan bi hinceta “cezayên disiplînê” asteng dike

Li gel biryara dawî derbarê rêber Apo de di 8 salên dawî de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzaran re hate dayîn.