Parlamentera SPO: Dawî li êrîşên li ser Tişrînê bînin

 

Parlamentera Partiya Sosyalîst a Awûstûrya -SPO, Petra Bayr, roja Çarşemê daxuyek da û got:

Bombekirina Bendava Tişrînê, pîvanên mirovî derbas kirine,

Dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramîlîter, nêzî 2 mehan e bê navber êrîşî Bendava Tişrînê dikin.

Bendav rawestiya ye û nêzî milyonek mirov ji av û elektrîkê bêpar mane.

Ji bo parastina bendavê, gel, tevî siyasetmedar û hunermendan nobeta aştiyê digirin. .

Dewleta Tirk bi SIHA û topan gelê sifîl bombebaran dike.

Heta niha zêdeyî 40 sivîlan hatin şehîd kirin, zêdeyî 240 sifîlan hatine birîndar kirin.

Ji ber bombardûmana dewleta Tirk rîskek mezin heye, di encama bombaranan de dikare bendav biteqe.

Ev yek metirsî ye û dikare bibe felaketek mezin.

Ev felaket wê heta bi Iraqê bandorek xerab bike.

Petra Bayr herî dawî di axaftina xwe de bal kişande ser van xalan:

Rêveberiya Xweser, demek dirêj e, di vê mijarê de hişyariyan dide, lê bangên wan tu bersiv nedîtine.

Ez bang li desthilatdariya Avusturya, civaka navnetewyeî, bi taybetî li li YE û NY dikim, divê êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramlîter werin rawestandin û gelê sifîl werê parastin.