Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst MLKP/Kurdistan ji bo rewşa dawî ya li sûrî daxuyanî da

“MLKP têkoşîna ji bo avakirina sîstema şoreşger-demokratîk û azadiya jinê li Sûriyeyê, weke erka xwe dibîne.

Bang li kedkar, jin, ciwan û gelên me yên ji hemû baweriyên Sûriyeyê dike, ku têkoşîna şoreşgerî, demokratîk bilind bikin.

Li dijî her cure êrîşên li ser şoreşa me ya jinê, bi taybet êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger, di parastina Rojava û Sûriyeya Xweser-Demokratîk de cih bigirin.

Divê gelê me li her derê rêxistinbûna xwe mezin bike û xweparastina xwe misoger bike.

Em berxwedana bi rûmet a Rêveberiya Xweser û QSD’ê silav dikin.

Rejîma Esed hilweşiya, lê xeterî mezin e.

Em bang li hemû kesî dikin ku li dijî mêtingerî û faşîzma îslama polîtîk têbikoşin.

Emê weke tevger têkoşîna xwe bidomînin.