Siyasetmedar û akademîsyenên bajarê Dirbêsiyê, têkildarî banga Rêber Apo axivîn û dewleta tirk hişyar kirin.
Endamê Akademiya Civaka Demokratîk a bajarê Dirbêsiyê Ehmed Silêman wiha got:
“Dewleta Tirk, ji ber krîzên mezin têkilî pê re danîn û xwestin ku pirsgirêka Kurd çarser bike.
“Lê piştî ku Rêber Apo înîsiyatîf girte ser milên xwe pêvejo da destpêkirin, ew bêdeng bûn.
“Xuya ye guhartinên mezin, rayedarên Tirkiyê kirine nava tirsê.
“Xuya dike ku ew li hemberî aştî û avakirina civaka demokratîk dirutiyê dikin.
“Divê destûra dewleta Tirk a dagirker ji binî de were rastkirin û mafên hemû pêkhateyên neteweyî û olî tê de werin misoger kirin.
“Êdî xapandina Kurdan ne pêkan e û Kurd ne Kurdên berê ne.”
Endamê PYDê ya Dirbêsiyê Mesûc Ehmed jî di axaftina xwede bal kişande ser van xalan:
“Desthilatdariya Tirkiyê, di aliyê aborî, siyasî û civakî de xitimiye.
“Lewma berê xwe dane Rêber Abdullah Ocalan û banga çarseriyê kirin.
“Rêber Apo, nexeşeya çarseriyê danî holê.
“Gelê Kurd û hemû saziyên Kurdan bersivek erênî dan, lê desthilatdarî û dewleta Tirkiyê yek gav neavêtin.”
“Banga Rêber Abdullah Ocalan ne projeyeke partî, yan jî beşekê ye, ji bo xizmeta tevahî gelên herêmê ye û stratejîk e.
“Paşguhkirina vê bangê,wê bibe sedema parçebûn û cudabûna neteweyî û nijadî…
“Ev jî wê Tirkiyê û tevahiya Rojhilata Navîn ber bi aloziyên demdirêj ve dibe.”