Rojnewsê ragihand ku, Serokê berê yê Eniya Tirkmenan ya Iraqê (ITC) Eşref Salihî, di hevpeyvîneke xwe ya medyaya Iraqê de, ragihand ku wan bi PDK û hêzên Ereb re li ser rêvebirina herêmî ya Kerkûkê lihev kirine.
Salihî got “Gotûbêjên me yên bi pêkhate û serkirdeyên siyasî re didomin.
Bernameya Serokwezîr jî di gihandina projeyê û pêngava avêtina ji bo lihevkirinê, serkeftî bû.
Lê niha aliyên siyasî nekarîne tu lihevkirinan bikin.
Lê ez di wê baweriyê de me ku di nava çend rojên pêş de, em ê bigihin lihevkirinê.
Ji ber ku zêde dem nemaye. Mayîna Kerkûkê ya di vê rewşê de jî, ne di berjewendiyên tu kesê de ye.”
Têkildarî lihevkirina Eniya Tirkmenan bi PDK û Ereban re jî Salih got;
“Sê aliyan li ser vê mijarê lihev kirine ku ew jî ji Eniya Tirkmenan, PDK û Ereban pêk tê.”
Tevî ku Kurd li Kerkûkê piranî ne û xwediyê 7 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ne, PDK’ê li ser bidestxistina erka walitiya Kerkûkê ne bi Kurdan re, bi Eniya Tirkmen û Ereban re haraket dike.