PDK yasayê ji bo bêdengkirina rojnamevanan bikartîne’

Rojnamevanên Silêmaniyê ragihandin ku devera dibin desthilata PDK’ê de ji bo bêdengkirina rojnamevanan yasa tên bikaranîn û wiha gotin: “Li herêma dibin kontrola PDK’ê de azadî dibin lêpirsînê deye. Yasa ji bo bêdengkirina rojnamevanan tê bikaranîn.”

 

Li gorî daneyên rêxistinên parastina mafên rojnamevanan, Herêma Kurdistanê ji bo rojnamevanan herêmek tarî û metirsîdare. Li Herêma Kurdistanê desthilat rê nade rojnamevan bi awayek azad karê xwe bikin, rojnamevan tên girtin, revandin û qetilkirin. Hîn jî gelek rojnamevan di girtîgeha PDK’ê de tên ragirtin. Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed jî 304 rojin ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û girtin.

Di derbarê azadiya raman û azadiya rojnamevaniyê

ya li Herêma Kurdistanê, êriş û zextên desthilatê yên li ser rojnamevanan de, rojnamevanên Silêmaniyê ji Rojnews’ê re axivîn.

‘Dadgehek destûrî û parlamentoyek bi bandor li Herêmê nîne’

Rojnamevan Mihemed Şêx Osman di destpêka axaftina xwe de qala nêzîkatiyên desthilatê yên beramberî rojnamevanan kir û wiha axivî: “Paşxistina prensîbên mafên mirovan û azadiya raman bandorek xirab li ser Herêma Kurdistanê dike. Li herêma dibin kontrola PDK’ê de azadî dibin lêpirsînê deye, yasa ji bo bêdengkirina rojnamevanan tê bikaranîn. Ev jî ji ber nebûna destûra Herêma Kurdistanê ye. Hîna dadgehek me ya destûrî û parlementoyek bibandor nîne ku bi temamî nûnertiya gelê Kurd bike.”

 

‘Pênûs bi pênûsê tê bersivandin’

Di derbarê revandin û cezakirina Silêman Ehmed de jî Rojnamevan Mihemed wiha anî ziman: “Di Yasaya Rojnamevaniyê de li Herêma Kurdistanê ti bendek ya xistina zîndanê nîne. Biryara cezakirinê li derveyî yasaya rojnamevaniyê ye. Bi yasayên din rojnamevan tên girtin. Divê Dadgeha Temyîzê û aliyên berpirs li ser vê biryarê lêkolîn bidin destpêkirin. Qetilkirina rojnamevanan, tirsa desthilatê ya ji rastiyê ye. Her partiyek ku serî li revandin, kuştin û zindankirinê bide, îspata wê yekê ye ku di hiş û nasnameya wê de gelek zilm hene. Desthilat bi nêrîna demokrasî û mafên mirovan be, ji bilî bi yasayan, serî li zindan û revandinê nade. Ji ber ku pênûs bi pênûsê tê bersivandin.”

‘Divê biryara cezakirina Rojnamevan Silêman were temyîzkirin’

Rojnamevan Mihemed Şêx Osman herî dawî tekezî kir ku divê desthilata dadweriyê yasayên ku beramberî rojnamevanan tên bikaranîn, berçavan re derbaz bikin, nasnameya xwe vegerîne û wiha pê de çû: “Ez hêvî dikim ku doza Silêman Ehmed bê îtîrazkirin û bi yasaya rojnamevaniyê ya ku rê li ber girtina rojnamevanan digire were darizandin.”

‘Rojnamevaniya li Herêmê dibin metirsiyê deye’

Rojnamevan Êrîvan Sîweylî jî têkildarî heman mijarê axivî û wiha got: “Li gorî raporên ku ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatine belavkirin, li Herêma Kurdistanê metirsî li ser karê rojnamevaniyê heye. Azadiya rojnamevaniyê li bajarên Bexda û Hewlêrê bi berdewam tê astengkirin û dibin lêpirsînê deye. Girtin û kuştina rojnamevanan, bi taybetî li navçeya diyarker (devera zer), di demê şopandina bûyerekê de bandoreke nerênî li ser desthilatên wê deverê dike. Her wiha ji bo Herêma Kurdistanê jî diyardeyeke gelek xirabe.”

 

Hêjayî gotinêye ku Edîtorê beşa Erebî ya ajansa me Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û piştî heft mehan parêzeran karîn hevdîtinê li gel de bikin. Rojnamevan Silêman Ehmed 303 rojin di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

Herî dawî 3’yê Hezîranê Dadgeha Sûc ya Yek ya Duhokê roja yekê ya rûniştina dadgehê ya edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Silêman Ehmed weke 30’ê Hezîrana îsal, diyar kir. Lê dadgehê bi hêceta dadwer ne amadeye û asayîşê kel û pelên rojnamevaniyê ne şandiye, danişîn ji bo 29’ê Tîrmehê hatibû taloqkirin. Di 29’ê Tîrmehê de Dadgeha Dihokê 3 sal cezayê girtîgehê li Silêman Ehmed birî.