Pêngava 15’ê Tebaxê Kurdistan kir keleha berxwedanê

 

Rojnamevan Têkoşîn Devrim, derbarê Pengava 15ê Tabxê de kurtênivîsek nivîsî ye û dibêje;

Îsal salvegera 40’mîn a pêngava şerê çekdarî yê li Kurdistanê ye.

Têkoşîna 40 salan bêguman bi keda Rêber Apo û şehîdên leheng gihîşt vê astê.

Ev meh, meha pêkhatina pêngava dîrokî ye.

Li çar parçeyên Kurdistanê bayê Egîd belav dibe.

Li Kurdistanê yekem car hêzeke çekdar hate avakirin ku têk naçe û ev hêz, 40 sal in bênavber têkoşînê dike.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xwedî mîrateya ruhekî ku têknaçê ye.

Dewleta Tirk a dagirker, ku nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtiye, ji bo tunekirina destketiyên gelê Kurd êrîşî Tevgera Azadiyê dike.

Ya herî bi êş ew e ku hevkar û xayinên wek Barzaniyan, ji dewleta Tirk xerabtir di van êrîşan de cih digirin û axa Kurdistanê bi destên xwe difiroşin.

Gerillayên Azadiyê jî, bi berpirsyariyek dîrokî li dijî hêzên dagirker û xayinan têkoşînê dikin.

Di 6’ê Tebaxê mînakek dîrokî ye.

Gerillayên Azadiyê, li herêma Girê Bahar li dijî dijmin ji 2 aliyan ve çalakiyek gelekî bi bandor pêkanîn.

Hêzên dagirker yên ji gundê Guherzê yê li ser rêya Amêdiyê, bi piştgiriya PDK’ê dixwestin derbasî qadên Gerîla bibin

Lê Gerilla li leşkerên dijmin xistin û fermandarê Tirk Alî û hemû yekîne jî hatin ceza kirin.

14 leşkerên Tirk hatin ceza kirin û 5 leşker jî birîndar bûn.

Gerîlayên Kurdistanê, Kurdistan kirina Keliha Berxwedanê û ne tenê di 6’ê Tebaxê de, di her çalakiya li dijî dagirkeran de bi ruh û şêwaza Pêngava 15’ê Tebaxê şer dikin.