Li Reqayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriye û Yekitiya Jinên Ciwan yên Reqayê bi diruşmeya ˊBi rihê 15ˊê Tebaxê em ê azadiya Rêber Apo misoger bikinˊcejna Vejînê 15ê Tebaxê hate pîrozkirin.
Di çalakiyê de hevseroka PYD Feyroz Xelîl axivî û got:
“Pêngava 15ˊê Tebaxê, pêngava rizgarkirina gelên bindest e.
Piştre koma Şehîd Avêsta şanoyek li ser tirsa dagirkeriya Tirk ji hêzên gerîla pêşkêş kir.
Li Hesekê li Parka Serdemê, bi beşdariya girseyek qerebalix Cejna Vejînê hate pêzkirin.
Piştî rêzgirtinê Şervan Zîlan axivî û û got;
Fîşeka yekemîn ku şehîd Egîd avêtiye Kurd şiyar kirin.
Îro jî Gerillayên Azaidyê di riya fermandarê Efsaneyî Egîd de têkoşîna azadiyê didomînin.
Şahî bi gerandina dîlanan bi dawî bû.
Li Qamişlo, Dirbêsiyê, li Tiltemîr, Zirgan, Tirbespiyê, Dêrik û Çilaxa, bi heman coşa girseyçî cejna Vejînê pîrozkirin.
Li Kobanê, li qada Şehîd Egîd, li Şehba jî bi şahiyekê Cejna Vejînê hate pîroz kirin.