Pêşengeha Wênesaz Alî Zulfîkar ya li Berlînê bi dawî bû

Di vê pêşengehê de 40 berhemên wênesaz hatin pêşendan.

Yek ji tabloyên ku gelek bal kişandin, wêneyê dêwane yê Rêber Apo bû.

Wêneyê Rêber Apo bi sernavê “Qêrîna Azadiyê” qasî meh û nîvekê li Junge Welt Maigalerieyê hate pêşandan.

Di roja dawî ya pêşengehê de, ji Rojnameya Junge Weltê Dîroknas Nick Brauns derbarê tabloyan de axaftinek kir.

Rojnameger Brauns got:

“Ev pêşengeh, êş û azarên miletê Kurd, qedexeyên li ser çand û zimanê wî tîne ziman.

Em zanin îzolasyona li ser birêz Abdullah Ocalan zêde bûye.

Li aliyê din daxwazên çareseriyek demokratîk jî di rojevê de ye.

Ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn di nav aştiyê de bijîn, têkoşîneke mezin heye.

Em spasiya Ali Zülfikar dikin ku di resmên xwe de van rastiyan nîşanî me dide.”

Wênesaz Alî Zulfikar ji mêvanan re qala pêvajoyên çêkirina van berheman kir.

Piştre nivîskar Fabian Scheidler bersiv da pirsên mêvanan.

Li hember krîzên ekolijoyê û kapîtalîzmê qala girîngiya berxwedaneke hevpar kir û diyar kir di vê rêyê de berhemên mîna yên wênesaz Alî Zulfîkar ji gelan re dibin îlhama têkoşînê.

Pêşengeha Reflexsionê, bi kurte konsera Cengiz Yazgı û Soner Tepelî bidawî bû.