Pirtûka ‘Vejîna li welatê rojê-Amara’ bi Kurdî hate wergerandin

 

Romana ji sê bergan ya nivîskar Mehmet Sait Uçlu, ku 29’ê Adara 2021’ê li Bakur-Rojhilatê Sûriye ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, bi navê ‘Vejîna li welatê rojê-Amara’ bi Kurdî hate wergerandin.

Vejîna li welatê rojê-Amara, destpêka destanê eşq, heqîqet û azadiyê ye û ji aliyê Mehmet Saît Uçlu ve hatiye nivîsandin.

Destpêka pirtûkê de romanek xeyalî nîne çîroka gelê me ye û bûye mizgîniya vejîna nû.

Ev roman romana PKK’ê û têkoşîna Rêber Apo ye.

Ev destan ji malbatekê dest pê dike.

Bûyer û çîrokên zor û zehmetiyê yên li nava jiyana gund xelek bi xelek yê vegotin.

Dinava van xelekan de, bûyerên mezin yên raperînê hene.

Di paşerojê de tevahiya dîrokê serûbinî hev tê kirin.

Nivîskar, ev bûyerên trajîk ku mirovan diguherîne û dibê destanê hêviya mirovahiyê bi zimanê romanê nivîsî ne.

Pirtûk, dinava Weşanên Meyman de hatioye weşandin.