Komîteya Tendirustiyê ya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê -PJAK, bi daxuyaniyekê .piştgirî da karmendên tendirustiyê yên Îranê û got; Pêwîste hemû rêxistin, sazî û dezgehên tendirustiyê li dijî qirkirina jinan û civakê helwestê nîşan bidin.
PJAKê diyar kir ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li gelek cihan karmendên tendirustiyê li dijî mercên giran yên kar û binpêkirinên mafan, dest bi boykot û xwepêşandanan kirine.
Em weke PJAK’ê bi hemû hêza xwe destekê didine karmendên tendirustiyê. Pêwîste hemû qadên jiyanê di çarçoveya hevdengî û hemfikra rêxistinbûnan jinan were bihêzkirin. Li beramberî sîstema faşîst xweparastina cewherî werê xurtkirin.
PJAKê got; Nasnameya doktorbûnê nasnameyeke gerdûnî ye, divê ev nasnameya gerudnî werê parastin û li dijîş êîrşên bêaxlaqî rawestin. Divê di warê bedenî û derûnî de hişmendiya civakî werê mîsoger kirin.
PJAK’ê bang li hemû jinan kir ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hev kom bibin û xwedî li nasnameya jinên azad derbikevin. ji bo vê jî divê hemû sazî û dezgehên tendirustiyê li dijî qirkirina jinê û civakê xwedî helwest bin û li êş û nirxê civaka xwe xwedî derkevin.