Posterê Rêber Apo û alên PKK’yê li yek ji cihê herî giring û dîrokî yên Strasburgê, li Katedrala Notre-Dame ve hat daleqandin û çalakiya 23’ê Cotmehê ya TUSAŞ’ê hat silavkirin û bal kişandin ser Pergala Qirkirin û Êşkenceya Îmraliyê.
Ciwanan çalakiya Tabûra Nemiran a di 23’ê Cotmehê li dijî TUSAŞ’ ku navenda hilberandina çekên ku dewleta Tirk a dagirker di komkujiya Kurdan de bi kar tîne hat kirin, silav kirin.
Di çalakiyê de posterê Rêber Apo û alên PKK’yê li Katedrala Notre-Dame ve hat daleqandin ku yek ji cihên herî giring û turîstîk yê Starsburgê ye. Gelê Fransî û geştyaran eleqeyeke mezin nîşanî vê çalakiyê dan.
Ciwanan diyar kir ku “Heta Rêber Apo azad bibe û pirsgirêka Kurd were çareserkirin dê çalakiyên me bidomin” û dubare banga mezinkirina têkoşînê li hemû ciwanên Kurd û enternasyonalîstan kirin.