Rapora binpêkirinên mafan yên li girtîgehên Serhedê û Derya Reş hat eşkere kirin

Komîsyona Girtîgehan ya ÎHDa Amedê, piştî serdana 8 girtîgehên li herêma Serhedê û Derya Reş, raporek amade kir û ji raya giştî re şekere kir.

Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş, rapor xwend û destnîşan kir ku gelek girtî bêyî ku li cezayên girtine bi awayekî li dijî mevzuatê di hucreyê de têne girtin.

Prz. Alî Ihsan Demirtaş, binpêkirinên li girtîgehan dibin 16 xalan de rêz kirin û got;
Girtî di ketina girtîgehê de bi ‘lâegerîna tazî’ re rû bi rû tên hiştin. Eger vê kiryarê qebûl nekin, bi heqaret û lêdanê re rû bi rû dimînin. Rojek û 2 roaj di odeya muşahedeyê de tê girtin.

Pirtûkên ku ji girtiyan re tên şandin bi behaneya ku gotinên kurd, Kurdistan, kurdî, demokrasî, di pirtûkan de hene, nadin wan.

Gelek rojname û qenalên televîzyonan ji aliyê îdareyê ve hatine astengkirin.

Girtî ji ber ku tevli çalakiya bi daxwaza rakirina tecrîda bûne, rastî lêpirsînên disiplînê û cezakirina di hucreyan de tên..

Dema girtiyan dibin nexweşxanê ‘kelemçeya cot’ li wan tê ferz dikin. Ji bo vê jî girtî tenê di rewşên lezgîn de diçine nexweşxanê.

Ava şebekeye nayê vexwarin û her tim lêgerîn têne kirin

Li Girtîgeha Bayburtê, girtî, li odeyeke biçûk ku tuwalet, serşok û mutbex di nava hev de ne, 12 jin tên girtin.

Prêzer Demîrtaş pêşniyarên ku ji bo 8 girtîgehan amade kirine jî, dibin 18 xalan de rêz kirine û dibêje; Divê tecrîd û îzolasyona li dijî girtiyan ku wek îşkence tê sepandin, demildest were rakirin.

Divê sepanên wek ‘Qanûnên Mandela’ tên qebûl kirin werin sepandin.

Divê sepanên derveyî rûmeta mirovahiyê wek ‘zalîmane, muamileyên derveyî mirovahiyê û biçûkxistinê’ werin qebûl kirin.

Divê mafên tenduristiyê bi tu rengî nayê asteng kirin, ‘cot kelemçe’ û ‘lêgerîna dev’ werin bidawîkirin.

Divê girtiyên nexweş ên giran demildest werin berdan. Divê daxwazên sewqa girtiyan ya nêzîkî malên wan werin qebûlkirin,

Divê girtî di odeyên yekkesî de neyên girtin. Name, pirtûk û rojnameyan bidin girtiyan. Div cihekarî neyê kirin

Dîsa divê mafê girtiyan yên çalakiyên civakî û çandî werin qebûl kirin. Xwarinên paqij bidin girtiyan.

Divê cezayên ji ber boykotkirinê dane girtiyan rakin û înfaza tu kesî neyê şewitandin.