Parlamentoya Ewropayê, rapora nirxandinê ya salên 2023 û 2024’an ya li ser tirkiyeyê li Komîsyona Ewropayê qebûl kir.
Di raporê de,bi tundî rexne li dûrketina ji rêgezên serweriya hiqûq, azadiya raman, serxwebûna dadweriyê û zextên li ser civakaan hatiye kirin.
Parlamentoyê banga pêkanîna reformên demokratîk, li Tirkiyeyê kir.
Yek ji aliyên herî balkêş yên raporê nirxandinên li ser pirsgirêka Kurd û nêzîkatiya li hember pêvajoya aştiyê ye.
Raporê bal kişand ser banga Rêber Apo û ji ber ku Tirkiye ev banga dîrokî û derfetên çareseriyê paşguh kiriye rexne li Tirkiyeyê dike.
Di raporê de tê gotin ku, Tirkiyê, bi vê helwesta xwe qada demokratîk tune dike.
Her wiha bi berfirehî qala êrîş û polîtîkayên Tirkiyeyê yên li ser Rojava jî hatiye kirin û dibêje;
“Êrîşên Tikriyê, zerarê dide ezmûnên rêveberiya xweseriya demokratîk ya li Rojava û aştiya li herêmê.”