Bijîşkên Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder têkildarî rewşa wî daxuyaniyek da çapeniyê.
Di destpêkê de Rektorê Nexweşxaneyê Prof. Dr. Çavlan Çîftçî axivî û got:
“Tabloya norolojîk gav bi gav ber bi xirabûnê ve diçe.
“Ji bo vê yekê em gihîştin noqteyeke din a qrîtîk.
“Di warê norolojîk de, refleksên mêjiyê nexweşê me kêm bûye û werimandina mêjî berdewam dike.
“Ev hemû tespît nîşan didin ku rewşa wî ya metirsîna jiyanî zêde dibin.
“Lê em ê bi sebir hemû tedawiya xwe bidomînin û bi sebir li bendê bimînin.”
Piştre, Prof. Dr. Yasef Ozsarfatî bersiv da pirsên rojnamevanan û ev agahî dan:
“Refleksên wî hêdî hêdî kêm dibin.
“Mêjiyê nexweş werimiye.
” Pir zehmet e ku mirov bibêje rewş baştir dibe. ”
Prof. Dr. Ertan Sagbaş jî ev tişt gotin:
“Gelek organ bi rengekî hevdu eleqedar dikin.
“Ji ber ku bi hev ve girêdayî ne.
“Niha di gera xwînê de pirsgirêk nîne.
“Heta niha enfeksiyon jî tune ye û em tedawiya xwe didomînin.
“Ya rastî em li benda mucîzeyekê ne. ”