Rojên Abdullah Ocalan yên Cîhanê ku ji bona yekemîn salvegera pêngava cîhanî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” tê lidarxistin, bi çalakiyên cuda dewam dike.
Li Elmanya bajarên Kiele, Freiburgê, Manheim, Munîh, Duisburgê, Dramstad, Frankfur, Hamburg, Heilbron û payîtext Berlînê, standên agahdarkirinê hatin danîn û belavok hatin bela kirin.
Çalakgeran di standan de pirtûkên Rêber Apo dane nasankirin û belavok belav kirin.
Di heman demê de bang hatin kirin ku hemû Kurd di mitînga mezin ya li Kolnê ya di 16’ê Mijdarê de cihê bigirin û dengê xwe bilind bikin.
Li Meksika, payîtext Meksiko Sitî jî, li Navenda Çandê ya La Resistancia, pêşengeha “Fikir, Zikir-Çalakî” hatibû vekirin û di roja 3mîn de dewam dike,
Nivîskarê Ûrûgûayî Raûl Zîbechî, doh beşdarî semînera li dijî kapîtalîzmê bû û got ku, Rêberê Abdullah Ocalan, feylesofê serdema me ye û divê demildest werê berdan.
Rojnamevan Gloria Munoz Ramîrez û NIvîskar Raûl Zîbechî jî di semînerê de axivîn û têkoşîna azadiya gelê Kurd silav kirin û gotin: Em bang li rayedarên dewletê Tirk dikin ku Rêber Abdullah Ocalan berdin. Bi berdana Abdullah Ocalan wê demokras, aştî û jiyana aram ya li Tirkiyê û herêmê miosger bibe.
Li Swisre, li bajarên Luzernê, St. Gallen, Cinev û Aarau standên agah darkirinê hatin danîn û belavok hatin bela kirin.
Di standan de, pirtûkên Rêber Apo jî hatin nasandin:
Li Frensa bajarê Strasbourgê, bi pêşengiya Komuna Jinê ya Zîn, li Qada Kleberê standa agahdarkirinê hate danîn,
Di vekirina standê de, Berdevka Komuna Jinê ya Zîn Roşna Çewlîg axivî û bang li raya giştî ya Ewropa kir ku, li dijî pergala êşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê dengê xw ebilind bikin.
Li Swêd payîtext Stockholmê jî, ciwanan hemû kolanên bajarî bi afîş û pankartên azadî ji Abdullah Ocalan re xemilandin.
Li Kibrisê, bajarê Limasolê jî, bi pêşengiya Meclîsa Gel a Kurd a Qibrisê meş û mting hate pêkanîn.
Beriya meşê li kolana herî qelebalix ya Limasolê stand hat vekirin û belavok hatin belavkirin.
Meşa girseyî heta bi pêşiya Şaredariya Lîmasolê dewam kir û miting hate kirin.
Di mitingê de Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat axivî û banga li raya giştî ya Kibrisê kir ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dijberiyek tund nîşan bide.