Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN) serdegirtina polîsan a bi ser mala rojnamevan Rabîa Onver şermezar kir û got:
Rabîa ku îmze avêt nûçegihantiyeke wêrek ne bi tenê ye, ne rojnamevanan sûcdaran bidarizînin.
ROJIN’ê bertek nîşanî serdegirtina polîsan da ku avêtine ser mala rojnamevan Rabîa Onver, ji ber ku nuçe derbarê fihûş û hişbirê ya li Colemêrgê kiriye û wê kirine hedef.
ROJIN dibêje:
Rabîa Onver ne bi tenê ye, ku ji ber nûçeya bi ser navê ‘Li Colemêrgê şerê taybet’ çêkir, derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn, bi ser mala wê de girtin.
Rabîa ku îmze avêt bin nûçegihantiyeke wêrek, hewcedariyên pîşeya xwe bi cih aniye û rastiyan ragihandiye.
Rabîa ku bi vê nûçeya xwe ya wêrek mafê agahîgirtinê ya raya giştî jî parast, li Tirkiyê rêya nûçegihantiya azad nîşan da.
Rojnamevanî ne sûc e. Ne rojnamevanan sûcdaran darizînin.