Rojnamevan Sileman Ehmed, di 25ê Cotmeha 2023an de, li Deriyê Sêmalka, ji aliyê hêzên PDKê ve hate revandin û piştî 279 rojan, doh derxistin pêşberî dadgehê.
Dadgeha PDKê, rojnamevan Suleyman Ehmed bêyî ku belgeyek û sucek hebe bi behaneya ku endamê PYDê ye û li ser navê PYDê kar dike, bi 3 salan ceza kir.
Parêzerê Silêman Ehmed, Nerîman Ahmet diyar kir ku biryara dadgehê siyasî ye û got; Pêwist bû muwekîlê me, li gorî kanuna rojnamevaniyê werê darizandin. Ya herî giring jî ew ku ku şandeya dadgehê, li ser revandina korsanî ya muwekîlê me raweste, kesên mafên mirovan û kanun bin pê kirine bigire û dadgeh bike. Lê muwekîlê me ceza kir. Ev skandalek hiquqî ye û em vî sucî qebûl nakin. Em ê ji bo betal kirina vê niheqiyê serî li dadgeha bilind bidin.
Prz. Neriman Ahmet got;Zexteke mezin li ser dadgehê hebû. Pêşî destur nedan ku em weke parêzer tevlî dozê bibin. Me îtîraz kir û dema dawî em ketin salona danişînê.
Şandeya Dadgehê destur neda ku nunerê UNAMI jî tevlî rûniştinê bibin. Ev teva didine xuya kirin ku zexteke mezin li ser dadgehê hebû û biryara hat dayin jî ne hiquqî ye, siyasî ye, em ê îtîraz bikin.