Her çend dewleta Tirk a dagirker dixwaze êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bi rengekî ku armanca wê têkbirina PKK’ê û parastina ewlekariya welat nîşan bide, lê di esasê xwe de armanc dagirkirina xaka Başûr û têkbirina ezmûna Herêma Kurdistanê ye. Çavdêrê Siyasî dibêje: “Di mejiyê Tirkan de berfirehbûn ji ya ku em lê difikirîn zêdetire.”
Ji ber bêdengiya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê, her ku diçe êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê berfirehtir dibe. Dewleta Tirk a dagirker li gel avakirina baregeh û seytereyên nû, niha li navçeyên Başûrê Kurdistanê bi kolandina bîrên neftê ve mijule. Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Yadîgar Elî di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî.